Pispor: Biryara Dadgeha Federal Derbarê Neftê Dê Zîyanê li Herêma Kurdistanê Bike

Pisporên aborî dibêjin ku biryara dadgeha bilind ya Îraqê derbarê qanûna gaz û neftê li Herêma Kurdistanê li ser bingeheke sîyasî hatîye dayîn û dê zîyanên aborî li rewşa Herêmê bike.

Dadgeha federal ya Îraqê do Sêşemê di biryareke nû de got ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistana Îraqê ne destûrî ye.

Di vî warî de, Dr. Alî Belo, parlemanterê berê yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê, ji Dengê Amerîka re got ku "ev biryar dijî destûra Îraqê ya sala 2005an e, bi taybet yaseya hejmar 117, feqera 2, dîsan ya hejmar 112-121-115 ku maf daye parlemana Herêma Kurdistanê yasayan derxîne."

Lê Belo dibêje ku ew nabîne ku ev biryar têkeve warê cîbicîkirinê, jiber ku ewê hingê bibe cihê alozîyê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de.

Dr. Navser Nûrî, pisporê aborî li zanîngeha Duhokê, ji Dengê Amerîka re got ku "ev biryar yasayî ye lê bi kirasekî sîyasî ye û ew dê givaştina bixe ser hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pabendî her biryareke din be."

Wî got ku eger hat û ev biryar cîbicî bû, dê bandora wê ser aborîya Herêma Kurdistanê mezin be.

"Herêma Kurdistanê niha 80% serederîyê di berhemên neft û gaza Herêma Kurdistanê dike û eger ev biryar e hate cîbicî kirin, dê hikûmeta Bexda kompanîyên mezin bîne jibo ku neçin Herêma Kurdistanê û dê ev yek bibe sedema givaştinê bo dahatên dergehên sînorî û yên firokxaneyan û dê heriwha bibe karteke fişar ku Bexda hîç pereyekî bo Herêmê neşîne ta hemû berhemên neft û gazê radest bike," Nûrî da zanîn.

Bêtir agahî di vê raporta dengî de.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Selam Balay