Berpirsên Kerkûkê Hişyariya “Tevlihevî û Neseqamgiriyê” Didin

Berpirsên hêz û partiyên Kerkûkê ji ber berdewamiya xwepêşandanên hin alîgirên Heşdulşeibî û aliyên ereb û Tirkmen ên li dijî radestkirina çend baregehan bo Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûkê, hişyariya alozî û nearamiya didin.

Nêzîkî 10 roj in xwepêşandanên alîgirên Heşdulşeibî û aliyên ereb û tirkmen li Kerkûkê berdewam dikin û rêya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de girtine û welatiyên kurd ên Kerkûkê jî ji girtina rê û metirsiya reaksiyonê nîgeran in.

Biryar e îro Şemiyê welatiyên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê xwepêşandanekê lidar bixin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku ji Fraksiyona PDKê, Kameran Kerkûkî ji Dengê Amerîka re got: "Girtina rêya Kerkûkê ji aliyê hin aliyên siyasî ve hewldanek e bo têkbirina rêkeftina navbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê."

Asayîkirina rewşa Kerkûkê û vegerandina baregehên PDKê li wî bajarî ku ji 16ê Cotmeha 2017ê ve ji aliyê hêzên Îraqî ve hatiye dagîrkirin, beşek e ji rêkeftina di navbera çarçoveya hemahengiyê û aliyên Kurdî de.

Kerkûkî got ku "Hin partiyên siyasî xelk ji bo hilbijartinan anîne ser kolanan. Naxwazin peymana di navbera kurdan û hikûmeta Sûdanî de bi ser bikeve."

Hikûmeta Îraqê li ser radestkirina 33 baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û baregehek û 2 malên Partiya Gelê Tirkmen (TPP) li Kerkûkê razî bû.

Alîgirên Heşdulşeibî û partiyên Ereb û Tirkmen nerazîbûna xwe li hember vegera PDKê nîşan nedane, lê li dijî radestkirina baregeha berê ya Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê ne, ku niha fermandeyê operasyonan tê de ye.

Jêderekê ji PDKê li Kerkûkê ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji Dengê Amerîka re got: "Hikûmeta Îraqê biryar daye ku baregehên me radest bike. Hin alî kurdan tengav dikin ku bersivê bidin û biryarê têk bibin."

Serok erkanê Artêşa Îraqê Ebdul Emîr Yaralla îro Şemiyê gihîşte Kerkûkê û bi berpirsên ewlehiyê re civiya.

Serokê Partiya Gelê Tirkmen (TPP) Îrfan Kerkûkî ku ji 16ê Cotmeha 2017ê ve li Hewlêrê ye, ji Dengê Amerîka re got: “Ji bo vegerandina baregehên me û baregehên PDKê destwerdanek heye.

Herwiha got: “Hin partiyan rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine, ziyaneke mezin gihandine karê xelkê, ev alî kar dikin ku fitneyê çêkin.”

Berpirsên Ereb û Tirkmen îro şemiyê li Kerkûkê du civînên rojnamevanî yên cuda li dar xistin û tê de daxwaza aramkirina rewşa Kerkûkê kir û li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê nerazîbûna xwe nîşan neda, lê nerazîbûna xwe li hember vegerandina baregeha civata serkirdayetiyê bo PDKê nîşan dan.

Raporta Dilşad Enwer/Kerkuk

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Dilşad Enwer