Di encama şer û pevçûnên navbera hêzên hikûmeta Îraqê û çekdarên Dewleta Îslamî (Daişê) li rojhilata parêzgeha Diyalayê, 4 efserên polîs hatin kuştin û herî kêm 3 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên polîs got ku şer di demekê de bû ku hêzên polîs û artêşê operasiyoneke lêgerînê bo çekdarên ku xwe li zeviyên çandiniyê li bajarokê Xan Benî Saad yê parêzgeha Diyala veşartibûn, dikirin.
Du generalan got ku şer berdewam e û mîlîtan îşaretan bikar tînin da ku rê li pêşveçûna polîs û leşkeran bigirin.
Polîs ragihand ku yek ji 3 polîsên ku birîndar bûne rewşa wî giran e.
Rewşa ewlekarî li Îraqê di salên dawî de hinekî aram bûye, û Bexda niha hewl dide ku erka hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka ku alîkariya têkşikandina DAIŞê li welat kir û hîn jî roleke şêwirmendiyê dilîze, bidawî bîne.
Bexda dibêje ku hêzên xwecihî dikarin bi xwe bersiva gefan bidin.
Çavkanî: Reuters