Îraq Dixwaze Hemî Partiyên Kurd yên Opozisyona Îranê li Kampa 'Sordaş' Kom Bike

Çen Endamên Partiyeke Kurdî ya opozisyona Îranê li Herêma Kurdistanê

Îraq dixwaze bi biryarekê partiyên Kurd yên opozisyona Îranê ji kampên ku niha lê dimînin bên veguhastin her hemî li kampa Sordaş ya li Herêma Kurdistanê bên kom kirin.

Piştî weşandina nameyek fermî ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ku tê de erêkirina kampkirina partiyên Kurdî yên opozîsyona Îranê heye, tê de hatîye gotin ku divê biryar were cîbicî kirin, partî dibêjin "bi fermî ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine hişyarkirin ku bi biryarê tevbigerin. Jibo ku kurd bi destê kurdî neyê kuştin ew neçarin biryarê qebûl bikin, lê bi mercê ku ew bikarin çalakiyên xwe yên siyasî bidomînin."

Hesen Rehman Pena Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komela Komonîst ya Kurdistana Îranê got "Em bi fermî ji bo valakirina kampên xwe hatine agahdarkirin. Me ji rayedarên Herêma Kurdistanê re got ku em dizanin zextên Îranê ne, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê mixabin ku hûn teslîm bûn, xwezîya we qebûl nekira, jiber ku ev dê di dîrokê de bimîne. Wan jî got ev ne biryara me ye, biryar ya hikûmeta fedrale, em jî cîbicî dikîn." Rehman Pena got.

Rehman Pena dîsan got "Jibo kurd kurdî nekuje me pejirand ku herin kampê lê bi şertê ku em bikarin karê xwe yê siyasî berdewam bikin, Netewên Yekbûyî -UN- çavdêriya me bike û nan û xwarin ji me re were peyda kirin, eger weha nebe em wê biryarê qebûl nakin."

Li gor nivîseke fermî ku 19ê Tebaxê ji aliyê Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim El-Erecî ve jibo wezareta koç û koçberan hatîye araste kirin tê de tê xwestin ku kampa Sordaş bo Kurdên Îranê were karanîn. Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayîq jî daxwaz erê kirîye.

Sekreterê Bilind yê Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî di dawiya Adara 2023an de serdana Iraqê kir û bi şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim El-Eracî re ji bo ewlekirina sînorên navbera her du welatan û astengkirina çûnûhatina partiyên Kurdistana Îranê peymanek ewlehiyê îmze kir.

Piştî çendîn êrîşên Îranê bo ser baregehên partiyên Kurdistanî di Mijdara 2022an de, hikûmeta Îranê roja 19ê Mijdara 2023ê weke dema dawî ji bo bêçek kirin û girtina baregehên partiyên kurdî yên opozîsyonê diyar kiribû, lê beriya wê dîrokê, ji aliyê hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê ve partiyên Kurd li kampên Zergwêz, Koya û deverên din hatin "bêçek kirin". Lê niha hikûmeta Iraqê dixwaze ew kamp jî nemînin her hemiya bibin kampa Sordaş û li wir werin kom kirin.

Çavkaniyeke din a yek ji partiyên Komale ku nexwest navê xwe eşkere bike, daxuyaniya Hesen Rehman Pena piştrast kir.

"Em ê neçar bimînin ku derbasî kampa nû bibin da ku li herêmê serêşiyê çênebe," wî got.

Lê Partiya Azadî û Demokratîk gihiştina biryareke bi vî rengî red kirin û got ku ew bi fermî nehatine agahdar kirin.

Xelîl Nadrî berdevkê partîya Azadî ji Dengê Amerîka re got "Me ti biryareke Iraqê ji bo veguhestina me wernegirtiye. Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sazî û partiyên Kurdistanî re di peywendiyê de ne. Di heyama 33 salên borî de me bi awayekî ku ziyanê negihîne Başûrê Kurdistanê kar kiriye."