Partiyên Alîgirên Îranê: Divê Îraq Bacên Wergirtina Gazê Ji Tehranê Çareser Bike

Hevbendiyeke bihêz a alîgirên Îranê li Îraqê roja Yekşemê bang li Bexdayê kir ku fişarê bide ser Amerîka da ku rê li pêş dayîna pereyên gaza hawîrdekirî ya Tehranê veke.

Îraq, ku bi dehsalan ji pevçûnan û cezayên navnetewî wêran bûye, ji bo sêyeka hewcedariya xwe ya enerjiyê, xwe dispêre gaza ku ji cîrana xwe ya rojhilat tê hinartin.

Lê cezayên Amerîka yên li ser neft û gaza Îranê, çawaniya dayîna Bexdayê ji bo hawirdekirinê sînordar dikin.

Îraq nikare rasterast pereyan radestî Îranê bike, lê divê drav di hesabê bankê de were girtin û ji hêla Tehranê ve were bikaranîn ji bo fînansekirina hinardekirina xwarin û dermanan.

Sîstema dayîna pereyan, Îraq di nav deynên giran de hîşt û hîşt ku Îran bi riya rawestandina carcaran ya şandina gazê bersivê bide.

Çarçoweya Hemahengiyê, ku hevbendiyek e ji partiyên Şîe yên girêdayî Îranê û serwera parlemana Îraqê ye, di daxuyaniyekê de bang li hikûmetê kir ku "pêwendiyê bi aliyên Amerîkî re bike û daxwaz bike ku tavilê rê bide dayîna fatûreyên nedayî yên girêdayî gaza Îranê".

Hevbendiya alîgirên Îranê qutbûna gelek caran ya elektrîkê li seranserî welêt di mehên germ ên havînê de şermezar kir, dema ku germahî digihîje 50 pileyî Celsius (122 pile Fahrenheit).

Îraqê hemû pereyên hawirdekirina enerjiya Îranê li hesabê Banka Bazirganî ya Îraqê razandine, berdevkê wezareta eliktirêkê Ehmed Mûsa meha borî ji AFP re got, û got ku ew qederê 11 milyar dolar e.

Lêbelê, divê ew pere ji hêla Washington ve werin pejirandin da ku werin dayîn.

Amerîka meha borî piştrast kir ku destûr daye peredayîneke diyarkirî, bêyî eşkerekirina wê.

Berdevkê wezareta derve Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de di nîvê Hezîranê de got: "Me peredayînek pejirand, li gel yên berê ku hatine pejirandin, da ku rê bide Îran ku bigihîje pereyên ku li Îraqê ji bo peredayînên mirovî û yên din ên li derveyî cezayan."

Ji bo kêmkirina paldayîna ser gaza Îranê, Îraq gelek derfetan dikole, di nav de hawirdekirina ji welatên Kendavê mîna Qeterê, û herwiha vegerandina gaza şewitandî ji zeviyên petrolê.

Çavkanî: AFP