Hewlesta Îraqê li Hember Şerê Îsraîl Û Hamasê

Piştî ku Grûpa milîtanên Hemasê roja Şemiyê êrîşeke ji nişka ve bir ser Îsraîlê ku di encam de bi sedan kes hatine kuştin û revandin û bi hezaran jî birîndar bûne, herwiha bi hezaran mûşek avêtin erdê Îsraîlê, wê tevgera Hemasê, Îsraîl û civaka navnetewî matmayî hişt.

Îsraîlê demûdest ragihand ku ew bi Hemasê re ketine di nava şerekî de û soz da ku ewê tiştek weha bikin ku "bo nifşan deng vede," Îsraîlê êrîş bo ser Kerta Gazayê bi armanca ji nav birina endamên Hemasê da destpê kirin û hêjî didome.

Di şerê van çend rojan de, ji her du aliyan bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar hene, di nava kuştî û birîndarên her du aliyan de jin û zaro jî hene.

Ev şer bo civaka navnetewî bi giştî û welatên li herêmê bi taybetî bar giraniyek din bû, jiber ku şerê Rûsya li Ukrayna, şerê zêdetrirî 12 salan yê li Sûriyê, şerê li Yemenê û aloziyên li Lubnanê. Heriwha şerê Hevpeymaniya Navnetewî û welatên li herêmê li dij dewleta Îslamî DAIŞê li dom dikin.

Îraq jî, welatekî giring û endama Komkara Erebî ye, resetrast bi şerê niha yê li Gazayê elaqedar dibe.

Li Îraqê heta niha çendîn helwest û bertekên cûda derbarê şerê Îsraîl û Hemasê derketine.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, îro Sêşemê daxuyanîyek weşand, peyvdarê Hkûmeta Îraqê dibêje "Îraq bi hikûmet û gel ve tekezê li ser helwesta xwe ya pêgir bi doza Filistînê dike, û li kêleka gelê Filistînê radiweste, heta ku digihe hemû mafên xwe yên rewa û dadwerane."

Daxuyaniya Hikûmeta Îraqê balê dikişîne ser derencamên gurrbûna nakokiyan û dide zanîn ku eger di demek zû de tenahî li erdê Filistînê çê nebe dê herêm her hemû bikeve di nava aloziyan de.

Majid Şengalî, Endamê parlemnetoya Îraqê ji fraksyona PDKê gote Dengê Amerîka "daxyunaiya Wezareta derve ya Îraqê beyanek geleka başe û rêk ûpêk bû, bi şêweke dîplomasî bû, ew tekezê li ser mafê gelê Filistînê dike û li hember tundiyê jî radiweste, divê her du aliyên nakokbar xwe ji tundiyê dur bixin."

Şengalî got, aliyên siyasî li Îraqê ji hev du cuda difikirin "Hin ji wan bi beyana Wezareta Derve ya Îraqê re ne, lê yên ku nêzî Îranê ne û Heşda Şaabî ew piştgîriyê didin Hemasê. Dij Îsraîl û Amerîka û yên dinê daxuyaniya didin û helwesta xwe zelal dikim."

Şengalî weha dibîne ku li gor qebarê êrîşa Hemasê û ziyanên gihane Îsraîlê şer dê yê sinordar nebe û rewşek "gelek bi zehmet" peyda kirîye.
"Ewê şerê niha dê tenê di nava Îsraîl û Hemsaê de ne sekine, dê herêmê vegire û berfireh bibe."

Li aliyê din grûpên çekdar yên Îraqî ku aligirên Îranê ne yên weke, Asayîb Ehl Heq û Ketayîb Seyîd el-Şuheda (KSS) ku yek ji alîgirên sereke yên Îranê ye di nava Heşda Şaabî ya Îraqê de, daxuyaniyên dijî Îsraîlê ragihandin û hişyariyek kurt da Amerîkayê derbarê beşdarbûna di şerê heyî de yan jî dest xistina nava şerê niha yê Îsraîl û Filistînayn de.


Daxuyaniya KSS'ê dibêje "Filistîn ne Ukrayna ye", "Ji ber wê, ew Amerîka hişyar dike ku dest nexe nava şerê heyî, egr na dê her hebûneke Amerîka li herêmê bibe armanca êrîşên wan.

Çavdêrê Siyasî û endamê berê yê parlamentoya Îraqê Abdullah Salih gote Dengê Amerîka, helwesta fermî ya hikûmeta Îraqê heta niha derbarê rewşê başe "Kesên weke Hadî Al Amirî û Muqtada Al Sadir hewlest nîşan dane, lê ew derbirînê ji hewlesta hikûmeta Bexda nakin."

Li gor Ajansa Associated Press (AP), Îro lîderê Olî yê Şia mezheb Muqtada el Sadir, gotarek videoyî weşand, pesna milîtanên Filistînî dide û piştgîriyê dide wan, "Her bijîn berxwedêr û mucahidên Filistînî, di nava Hemasê, Cîhada Îslamî û ketayîbên Îzzedîn el Qasam de, berxwedana we hebûna hêza Sahyoniyan rezîl kir û bêçare kir."

Sadir di beşeke din yê axiftina xwe de êrîş dike ser hin welatên Ereb yên ku dixwazin aştîyê ligel Îsraîlê bikin û rewşê normalize bikin.
"
Lê şermezarî bo hin Lîderên Ereban, ku heta niha pêngav bo doza Filistînê ya dadmend ne avêtine û destberdayî bûne.Wan heta gefa rawestandina normalîz kirina rewşê ligel îsraîlyan nekîye û balyozxaneyên îsraîlê li welatên xwe ne girtine." Sadir got.