Fermandarekî Pêşmerge: Em Hêzê Amade Dikin Bo Avakirina Lîwayên Hevbeş Lê Îraq Bê Xeme

Hêzeke Pêşmergeyan

Fermandeyê hêzên piştgîrîya 2 yê wezareta pêşmergeya Herêma Kurdistanê radigihîne ku ew her du lîwayên hevbeş ku ji bo parastina valahîya ewlehîya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê hatibûn damezrandin, ji alîyê wezareta pêşmerge ve hatine temam kirin, lê hikûmeta Îraqê bê xem e û xemê jê naxwe.

Fermandarê hêzên piştgiriya du ya pêşmergeyan Merîwan Mihemed di vê hevpeyvînê got: "Tevgera DAIŞ'ê lawaz e, ew vedigerin her deverekê û dixwazin veşargehan ava bikin, em ê operasyonan li dij wan encamp bidin û wan derxin."

Fermandar Merîwan dîsan got "Li devera sînorî ya Xerre û Pelkane nêzîkî Xurmatû dixwazin sitargehan ava bikin, dema ku tevgera pêşmergeyan pê dizanin, ji wê deverê derdikevin û diçin cem penaberên Ereb yên nêzîkî Pelkane.

Beriya çend mehan tevgera DAIŞ'ê ewqas nebaû bû ku bi şev êrîşî pêşmerge û artêşa Iraqê nekirin, lê ji bo demekê êrîşên xwe rawestandibûn û her tim metirsiya vejînê di meha Remezanê de hebû û wiha got: "Her tim di meha Remezanê de tevgeriyan e û her tim dem karanîye, lê heta niha tevgerên wan hêdî ne, tevî ku dibe ku di nava 24 saetan de dest bi êrîşan bikin û tevgerên wan dê bihên guhertin."

derbarê ewan lîwayên hevpişk de yên ku dê ji bo paraztina valahîya asayişa navbera pêşmerge û supayê Iraqê bihên damezrandin Fermandarê her du hêzên piştgiriya pêşmergeyan General Merîwan Mihemed got, "Pêşmergeyan amadekariyeke tam ji bo avakirina tabûrên hevpar kirine û ew perwerde kirine û got, "Ji Fermandariya fesîleyê heta Fermandarê Tûgayê fermanên wan hatine dayîn, lê hikûmeta Iraqê bê xem e. Eger ev valahî bi hêza hevpar dagirtî bin, tevgera DAIŞ'ê wê tine bibe."

Şeva derbasbûyî di roja yekem ya meha Remezanê de DAIŞê li parêzgeha Diyalayê dest bi êrîşan kir û êrîşî ser xalên leşkerê Îraqê kir û di navbera DAIŞê û hêzên Îraqî de şer derket.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Kerkukê 03 04 2022