Tîrêj: Rûniştina Perlemanê Îraq û Danûstandinên Pêkanîna Hikûmet Nû

Biryare perlemanê helbijatî yê Îraqê roja Yekşembê yekem rûniştina xwe pêk bîne, piştî dadgeha bilind a Îraqê encamên helbijartînên meha 10 pesend kirin.

Ev pêvajoye pêngaveke bo destnîşankirina serok û serokwezîr û serokê perlemanê welatî, lê evê yekê pêdivî bi rêkeftinên pêşwext heye ku heta niha ew rêkeftin xuya nake.

Tevaya aliyên siyasî li Îraqê nakok in liser şêwaza hikûmeta nû lidemekê ku serkeftîyê halbijartînan Bizava Sedr naxwaze aliyên Şîaa yên nêzîkî Îranê tevlî hikûmetê bibe.

Li heman dem de bizava Sedr nikare digel Kurd û Sunnîyan hikûmeteka karîger durrist bike.

Erê hikûmeta nû ya Îraqê wê çawa be? Sedr dikare aliyên ser bi Îranê ve dûr bixe? Aya Kurd dikarin bi projeka yekgirtî herin Bexda?

Bernamê Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawesa digel mihvanên birêz Cemal Koçer endamê serkeftîyê perlemanê Îraqê nûnerê parêzgeha Dohuk û herwesa digel birêz Şêrwan Dûberdanî endamê serkeftîyê perlemanê Îraqê nûnerê parêzgeha Neynewa.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirêj #137