Sandiqên Dengdanê li seranserî Îraqê îro Şemiyê vebûn ji bo yekemîn hilbijartinên giştî, piştî têkçûna gurûpa Dewleta Îslamî Daiş.
Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî li gelek cihan rewşa awarte jinavbir da ku derfetê bide jimareka bêhtir a xelkê ku beşdarî piroseya dengdanê bin.
Ragihandina nivîsîngeha el-Ebadî ya li dor qedexekirina bas û otombêlên sivîl li hemî parêzgehan, hate jinavbirin. Biryara qedexekirinê hinek xelk neçar kir ku bêhtirî 4 kîlometran bimeşin da xwe bigihînin sandiqên dengdanê.
Li navenda Bexdayê, dengdêrên ku piştgiriya el-Ebadî dikin got ew biryara qedexekirinê erê dikin ji ber ku el-Ebadî serkeftin li dijî Daişê qezenc kir.
Di van hilbijartinan de bi dehan hevalbendiyên siyasî beşdarin. Nêzîkî 7 hezar kandîd hene ku çavê wan li 329 kursiyên Parlemanê ye.