Partiya demokrata Kurdistan (PDK) parêzgeha Duhokê wek bingeha xwe nas dike, herdem kursîyên herî zêde di hilbijartinan da li wir bi dest dixe û rêjeya herî mezin li ser astê herêma Kurdistanê li Duhokê beşdarî helbijartina dibin.
Lê di hilbijartinên 10ê Cotmeha sala 2021 yên parlemana Îraqê kursiyên wê kêm bûn û rêjeya beşdaran jî kêm bû. Hevrika wê Yekgirtiya Îslamî Kurdistan li Duhokê 2 kursî birin.
Tê gotin ku ev yek ji egeran e ku PDKê kongirê xwe li Duhokê encam bide da cardî bawerîya xelkê vegerine.
Li ser vê pirsê û rêjeya beşdarîya xortan di kongirê da, endamê rêveberiya Şaxê yekê ya PDKê û endamên kongirê Xalid Ehmed ji dengê Amerîka ra got ku “girêdana kongira 14an ya PDKê weke padaştek e bo xelkê Duhokê.”
Hêjay gotinê ye, dê 800 endam di kongira PDKê da beşdar bin û Kongir di roja 3ê ya meha Mijdarê de were lidarxistin.
Your browser doesn’t support HTML5