Bingeheka komkirina dengên hilbijartinên giştî yên Îraqê li Bexdayê îro Yekşemê hate şewitandin.
Şewata bingehê tê çend rojan piştî Parlemana Îraqê daxwaza jinûvejimartina dengan kir, ku bû cihê nakokiyan.
Desthilatdaran negot ka ew bawerin şewitandina bingehê bi mebest bû ye an na.
Ne diyare dê bandora vê şewatê li jinûvejimartina bidest a dengan çawa be.
Peyvdarekî wezareta navxweyî piştre got agir tenê li yek ji çar bingehên dengan ên avahiyê bû, û telfizyona dewletê got sandiqên dengdanê di nava ewlekariyeka tund de, bo cihekî din hatin veguhestin .
Tê zanîn serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî, ku hevalbendiya wî pileya sêyem di wergirtina dengan de bir, roja Sêşemê got zêdegaviyên mezin di proseya hilbijartinan de bûne û wî gazind li komisyona bilind a hilnijartinan kir.
Roja Çarşemê, parlemanê daxwaz kir ku encamên hilbijartinan careka din û bidest bêne jimartin.
Komsiyona hilbijartinan sîstema elektronîk di jimartina dengan de bikar anîbû .