Hikûmeta Îraqê êrîşên esmanî yên Amerîka dijî bingehên wê yên leşkerî wek "binpêkirineke nayê qebûlkirin ya dijî serwerîya Îraqê" bi rengekî tund şermezar kir.
Di daxuyanîya ku ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sudanî belav kir de, hat ragihandin ku di êrîşên Amerîka de leşkerek hatiye kuştin û 18 kes birîndar bûne.
Hikûmeta Sudanî êrîşên Amerîka mîna "kiryareke dijminane ya eşkere" binav kir.
"Ev bûyera ku rû daye dijminatîya eşkere ye, ti sûda wê ji berjewendîyên hevpar yên demdirêj û avakirina aramîyê re tune ye," hikûmeta Îraqê got.
Hikûmetê di heman demê de êrîşên komên çekdar dijî bingehên leşkerî yên hevpeymanîya bi pêşengiya Amerîka lê dimînin jî, wek kiryarên dijminane û binpêkirina serwerîya Îraqê bi nav kir.
Roja Duşemê milîtanên ku Îran piştgirîyê dike, êrîşeke dronî birin ser bingeha Hêzên Hevpeymanîya Navneteweyî ya li nêzî firokxaneya Hewlêrê. Di di encama wê êrîşê de 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.
Koma Çekdar ya Berxwedana Îslamî ku komek Şîa ye, berpirsyarîya êrîşê ragihand.
Di heman rojê de, Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) dîyar kir ku wan bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden êrîşî 3 navendên Hizbulahê û komên din yen çekdar kirine.
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin jî got ku ku wan li Îraqê bersiveke “pêwîst û rewa ” daye Ketaîb Hizbulahê.
Du jêderên ewlekarî yên Îraqî ragihandin ku Amerîka bingeha çekdarên koma Ketaîb Hizbullah ya li bajarê Hille kirine armanc ku çekdarekî komê hatiye kuştin û 16 jî birîndar bûne.
Ketaib Hizbullah ya girêdayî Îranê helwesta hikûmeta Sudanî rexne kir, jiber şermezarkirina wê ya êrîşên dijî armancên hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîka.
Ebû Elî el-Eskerî, berpirsekî ewlekarî yê komê, di peyameke ser medyaya civakî de hişyarî da hemû alîyan ku "sebra wan me neceribînin."
Wî herwiha soz da ku wê êrîşên dijî hêzên Amerîkî bidomîne.
Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene ku Washington dibêje ku ew şêwirmendî û alîkarîya hêzên xwecihî dikin da ku rê li ber vejandina Dewleta Islamî (DAIŞ ) bigirin.
DAIŞ’ê di 2014’an de li her du welatan kontrola heremên berfireh bidest xistibû, berîya ku were têk birin.
Jêder: Reuters, AP, Wezareta Berevanîya Amerîka, CENTCOM