Di Plana Îranê ya Kuştina Trump de Kesekî Pakistanî Cîh Digire

Plana ser kuştina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump û sîyasetvanên din yên payabilind xuya dibe ku karê hemwelatîyekî Pakistanê ye ku peywendîyên wê bi Tehranê re hene.

Wezareta Dadê ya Amerîka roja Sêşemê tawanbarkirinên ser Asif Merchant yê 46 salî ragihand û dîyar kir ku ew meha Nîsanê jibo dîtina tetikçîyan derbazî Amerîka bûye.

Lê li gor ragihandinê, piştî ku kesekî ku Merchant bo pêkanîna planê re peywendî danîye xwe gihandiye hêzên ewlekarîyê, plan pûç bûye.

Rêvebirê FBI Christopher Wray bi daxuyanîyekê got, tê îdia kirin ku plana ser kuştinan ji alîyê hemwelatîyekî Pakistanê ve hatiye kirin ku peywendîyên wî yên bi Îranê re xurt in.

Wray got ku komployên bîyanan yên ser kuştina hemwelatîyên Amerîka dijî ewlekarîya neteweyî gef e û dîyar kir ku FBI bi hemî hêza xwe ser vê mijarê vekolînê dike.

Di ragihandina tawanê de, ku ji New Yorkê hat kirin, ti armanceke dîyarkirî ya komploya Merchant nehatiye eşkere kirin, lê ev daxuyanî çend hefteyan piştî xurtkirina ewlekarîya serokê berê hat ku karbidestên Amerîkî gotibûn dijî Trump gefên bi Tehranê re peywendîdar hene.

Serokê Komîteya Îstixbarata ya Civata Nûneran jî roja Sêşemê dîyar kir ku gef heman gef in.

Endamê Kongresê yê Komarî Mike Turner dîyar kir ku ew berê ser gefên Îranê û şertên girtina Marchant hatiye agahdar kirin û wî ji rêvebirên îstixbaratê re ser wan gefan danûstandin kiriye.

Amerîka serê salê jî sê kes, ku yek ji wan li Îranê dima, bi plana kuştina du Amerîkîyên li eyaleta Maryland tawanbar kiribû.

Berdevka Qesra Sipî Karine Jean-Pierre roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku wan gelek caran bi awayekî eşkere gotiye ku ew gefên Îranê yên dijî sîyasetvanên berê dişopînin.

Jean-Pierre dîyar kir ku ew vê kêşeyê wek mijareke neteweyî û ewlekarîya navxweyî dibînin û got ku ew jibo Îranê rastexwe hişyar bikin jî xebitîne.

Di belgeyên tawanbarkirinê de tê îdia kirin ku Merchant piştî ku li Îranê du hefteyan maye, meha Nîsanê ji Pakistanê derbazî Tirkîyê bûye û dûre jî çûye Houston li Teksasê.

Li gor belgeyan, Merchant çawa ku derbazî Amerîka bûye dest bi komkirina alîkarên xwe kiriye û gotiye ku tetikçîyek dikare heta 100,000 dolaran qezenc bike.

Belge nîşan didin ku Merchant gotiye kesên ku wê rastî êrîşan werin ew kes in ku ziyanê didin Pakistan, Misilman û cîhanê.