Îranî Wê Bikaribin jibo Umreyê Herin Erebistana Saudî

Saudi Arabia Hajj

Medya Îranê îro Çarşemê ragihand ku hemwelatîyên Îranê piştî 8 salan ji destpêka 19’ê Berfanbarê ve bo cara yekê bo serdana Umreyê bikaribin herin Erebistana Saudî bikin.

Ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Fars dîyar kir ku jibo Îranîyên ku bi armanca Umreyê diçin bajarê Mekke yê li Erebistana Saudî, seranserî sale ji nezî 10 firokexaneyan firîn pêk werin.

Ajansa Fars got ku firîna yekê ya bo Îranîyên ku biçin Umreyê wê di 19’ê Berfanbarê Îranê pêk were.

Ji 2016an ve, welatîyên Îranê dikarîbûn tenê bo hecê herin Erebistana Saudî. Cûna hecê li gor bawerîya îslamê erkeke olî ya mecbûrî ye ku piranîya Misilmanan armanc dikin ku di jîyana xwe de carekê serdana Mekke bikin û wê erkê bi cîh bikin.

Ji alîyê din ve, Erebistana Saudî her sal bo hecîyan ji her welatekî re qotayeke dîyar dike. Lê, jiber qûtbûna peywendîyan, ev heft sal bûn ku bo Îranê ti jimar nehatibû veqetandin.

Ajansê ragihand ku li ber e ku heta dawîya Sibata 2024’an 70 hezar Îranî bo Umreyê herin Erebistana Saudî.

Bi ragihandina îro, Îranî niha wê bikaribin erka xwe ya Umreyê jî pêk bînin, ku wek heca piçûk "tê zanîn û di her wextê salê de dikare were kirin ku di Îslamê de wek mecbûrî nayê dîtin.

Peywendîyên Îran û Erebistana Saudî di 2016’an de qût bûbû, jiber darvekirina melayekî Şîa li Rîyadê û êrîşa dijî balyozxaneya Erebistana Saudî li Tehranê.

Lê, bi peymaneke bi navbeynkarîya Çînê ya di Adarê de, her du welatan peywendîyên xwe yên dîplomatîk jinûve bidin destpê kirin.

Li gor ragihandina karbidestên ji her du alîyan, Tehran û Rîyad bi firînên paytaxtên hevdu bo jinûve destpêkirina turîzma ne olî jî danûstandinan didomîn in.

Şîrovekar bale dikşînin ku ev gava îro, nîşana herî nû ya normalbûna peywendîyên di navbera her du hevrikên berhemerên petrolê li Kendavê ye.

Jêder:Reuters