Îran Dibêje Toleyên Amerîkî Wê Zararê Bidin Bazara Neftê ya Cîhanî

Cîgirê wezîrê neftê yê Îranê Emîr Huseyîn Zamanînîya îro Duşemê got ku toleyên dijî sektora petrolê ya Îranê dê zararê bide îstiqrara bazara neftê ya gerdûnî.

“Ev tole mînaka baş ya sîyaseta givaşkar ya Amerîka ye ku dixwaze hevsengîya cîhanê li gor berjewendîya xwe biguherîne,” Zamanînîya got.

Amerîka daxwaz ji 8 dewletên ku ji Îranê petrolê dikirin kiribû ku heta 2’ê Gulanê dawî li bazirganîya bi Îranê re bînin.

Rêvebirîya Amerîkî ji Mijdara 2018’an vir ve destûr dabû Çîn, Hîndistan, Tirkîye, Japonya, Koreya Başûr, Tayvan û Îtalya ku bikaribin ji Îranê petrolê bikirin.

Washington dîyar dike ku ew bi toleyên ser Îranê hewil didin ku rê li ber qezencên rejîma Tehranê bigire.

Qesira Sipî ragihandibû ku alternatîfên petrol Îranê hene û Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dê bi têra xwe petrilê biherikînin bazarên cîhanî.

Lê, Zamanînîya bi tundî red kir ku welatên din dikarin cîhê ku petrola Îranê vala dike, tijî bikin.