Îranê Welatiyekî Swêdê bi Îdiaya Sîxuriyê Desteser Kiriye

Ala Îranê

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA ragihand ku wezareta îstixbaratê ya Îranê îro Şemîyê welatiyekî Swêdî bi tawana sîxuriyê desteser kiriye.

IRNA ev ragihandin ji zarê daxûyanîya wezareta îstixbaratê ya Îranê ragihand, lê navê kesê desteserî eşkere nekir.

"Wezaretê ragihand ku welatiyekî Qraliyeta Swêdê bi tawana sîxuriyê hatiye desteser kirin," IRNA got.

Ajansa nûçeyan ya nîv-fermî ya Îranê Fars jî ji zarê wezareta îstixbaratê ragihand ku kesê desteserkirî di çend gerên berê yên Îranê de jiber peywendîyên wî yên gumanbar ji hêla wezareta îstixbaratê ve dihat şopandin.

Farsê herwiha got ku kesê desteserkirî berîya ku biçe Îranê" serdana herêmên Filistînê yên di bin kontrola Îsraîlê de kiriye.

Wezareta Derve ya Swêdê îro ragihand ku haya wan ji bûyerê heye.

Berdevika wezaretê ji Reutersê ragihand ku ev dozeke ku tê zanîn e ku wezareta derve ev demek e li ser dixebite.

Lê, heya niha zelal ne bûye ku ka kesê hatiye desteserkirin ew zilamê Swêdî ye ku wezareta derve di Gulanê de gotibû li Îranê hatiye girtin. Îranê ev girtin bi fermi ranegihandîye.

Têkilîyên Swêd û Îranê ev demeke ye aloz in, piştî ku Swêd karbidestekî berê yê Îranî bi tawanên şer girt û darizan, jiber îdamkirina bi komî û êşkencekirina gîrtiyên sîyasî li zindaneke Îranê di salên 1980’an de.

Dadgeheke Swêdî di 14’ê Tîrmehê de, dadgehekecezayê zindana ya hetahetayî da li wî zilamî yê bi navê Hemîd Nûrî birî.

Îranê ev biryar şermezar kir û got ku ev biryar bi armancên sîyasî hatiye dayîn û rewatiya wê ya qanûnî tuneye.

Hêjayê destnîşan kirinê ye ku Îranê di van salên dawî de bi dehan kesên biyanî û hemwelatîyên dualî, bi piranî bi tawanên sîxurîyê û ewlehîyê girtine.

Komên mafên mirovan Komara Îslamî rexne dikin û dibêjin ku ew bo bidestxistina berjewendîyan ji welatên din bi tawanên sextet microvan desteser dike.

Lê, Tehran van tawanan red dike.