Qesira Sipî: Îran Hazirî Dike ku bi Sedan Dronan Bide Rûsya

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Qesira Sipî da zanîn ku Îran hazirî dike ku bi sedan firokên bêmirov bide Rûsya.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan ji rojnamevanan re got ku di nav wan dronan de yên çekhilgir jî hene.

Sullivan got ku li gor agahîyên di destên wan de Îran bo hêzên Rûs fêrî karanîna wan dronan bike hazirîyê dike.

Kremlînê îro Sêşemê dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê di hefteya pêş de roja Sêşemê serdana Îranê bike.

Putin dê li Tehran ya payteta Îranê bi serokomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.