Wezareta Derve ya Amerîka: Qurbanîyên Rejîma Îranê Nayên ji Bîr Kirin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert bi daxuyanîyekê helwestên Îranê yên dijî xwepêşandarên rexne kir.

Nauert, berî brifînga rojane bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Amerîka protesto û bûyerên tundûtûjîyê yên li Îranê ji nêz ve dişopîne.

‘’Gelê Îranê wekhevîyê dixwaze, dijî gendelîyê disekine û naxwaze ku rejîm li derveyî welêt bo hin hewildanên leşkerî pereyan xerc bike. Lê mixabin hikûmeta Îranê, van kesên bi wêrekîyê derketine kolanan diavêje hepsan û dikuje’’ Nauet got.

Nauert da zanîn ku Amerîka piştgirîya daxwazên gelê Îranê dike û jiber desteserkirina bi qasî 1000 xwepêşandaneran jî hikûmeta Îranê şermezar dike.

Di dawîya daxuyanî de ‘’Qurbanîyên rejîmê nayên ji bîr kirin’’ hat gotin.