Xwepêşandanên Seranserî Îranê di Roja 12’an de Berdewam Dikin

Dîmeneke ji xwepêşandanên li Tehranê, 25 Îlon, 2022

Xwepêşandanên li Îranê îro Çarşemê li meydanên serekî yên Tehranê û li dehan bajarên seranserê welêt di roja 12’an de didomin, li vê dema ku hezên ewlekarîyê bo belavkirina xwepêşandanan tundûtûjiyê bi kar tînin.

Ligel bilindbûna hejmara kuştîyan û tundûtûjîya hêzên ewlekarîyê bi karanîna gaza rondik-rêj, daran û di hin rewşan de, guleyên rastîn, vîdyoyên ser medyaya civakî nîşan didin ku Îranî daxwaza bidawîkirina rejîma Îslamî ya dewleta Îranê dikin, ya ku ji zêdetirî çil salane ku desthilatdar e.

Vîdyoyên ku ser Twitter'ê hatine weşandin nîşan didin ku di xwepêşandenên îro yên li Tehranê de qîrinên "mirin ji dîktator re" derdikevin pêş.

Xwepêşandan ev nêzî du hefte ne berdewam dikin û li 80 bajar û bajarokên Îranê, ji Tehranê heta bendera Çabeharê ya li başûrê rojhilata Îranê belav bûne û didomin.

Xwepêşanderan li taxa Ekbatan ya Tehranê bi siloganên "Emê şer bikin, emê bimirin, emê Îranê paşde bigirin", derketin Xwepêşandanekê.

Vîdyoyek ji Chabaharê nîşan dide ku polîsan gaza rondik-rêj xwepêşanderan, ewên ku ku dirûşmên bi "Bimire Xamineyî" dimeşiyan.

Li gor medyaya dewleta Îranê di xwepêşandanan de heta niha 41 kes mirine, ku di nav wan de endamên polîs û milîsên alîgirên hikûmetê jî hene.

Lê rêxistinên mafên mirov yên Îranê jimareke zêde ya kuştinan dîyar dikin.

Rêxistina Mafên Mirov ya Hengaw herî dawî ragihand ku li herêmên Kurdan herî kêm 18 kes hatine kuştin, 898 kes jî birîndar bûne û zêdetirî 1000 xwepêşanderên Kurd hatine desteser kirin.

Ji alîyê din ve rejima Îranê rexistinên Kurd bi gurkirina xwepêşandanan tawanbar dikin.

Hêzên Pasdaran yên rejîma Îranê îro Çarşemê bi dronan êrîş birin ser bingehên partîyan Kurdên Îranê li nav axa Herêma Kurdistana Îraqê.

Wezareta Saxlemiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama kempeyna nû ya topbaranê de heft kes hatine kuştin bi kêmî 28 kesên din birîndar bûne.

Hejayê gotinê ye ku piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di destê polîsê Îranî de, Xwepêşandanên li seranserê Îranê destpê kirine.

Jîna Amînî ya ji bajarê Seqezê li bakurê rojavayê Kurdistanê, di 13’ê Îlonê li Tehranê bi tawana "li xwekirina cil û bergên ne guncaw" ji hêla polîsên exlaqî yên Îranî hat desteser kiri.

Amînî sê roj şûnda di 16’ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û xwepêşandanên herî mezin yên ji 2019’an vir ve destpê kirin.