Îran bo Vejandina Peymana Navokî Egera Civînekê li Civata NY Dîyar Dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro Duşemê ragihand ku dibe ku di dema Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya li New Yorkê vejandina peymana navokî bi hêzên cîhanî re, civîneke were lidarxistin.

Kenanî da zanîn ku bo gotûbêjkirina peymana navokî plansazîyeke taybet tune ye, lê ew egera hevdîtinên li ser peymana navokî jî red nake.

Wî berdewamî anî ziman ku Tehranê ti carî maseya danûstandinê netirkandiye.
Kenanî herwiha ragihand ku danûstandinerê sereke yê navokî yê Îranê Alî Bagerî Kanî ewê wek endamê şandeya Tehranê ya li Civîna Giştî ya NY, amade bibe.

Îran û Amerîka di danûstandinên nerasterast yên bi mehan de, bo vejandina peymana navokî ser çareserîya çend kêşeyan sekinîn, lê ti encameke erenî derneket holê.

Di nav kêşeyan de yên wek daxwaza Tehranê ya dawîkirina lêpirsînên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya ser xebatên wê yên navokî û herwiha garantîya ji Amerîka ku wê careke din ji ti peymanee navokî venekişe.

Lê, berdevik Kenanî îro egera civîneke dualî ya di navbera karbidestên Îranî û Amerîkî de li New Yorkê red kir.

Di navbera Têhran û Washingtonê de ji sala 1979’an vir ve ti têkilîyên dîplomatîk tune ye û her du alî ser gelek mijaran lihev nakin

Di hevpeyvîneke televizyona CBS de ku roja Yekşemê hat weşandin, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku Tehran wê vejandina peymana navokî bi rengekî cidî binirxîne; ger garantî hebe ku Washington careke din jê venekişe- wek ku di 2018’an de di dema serok serok Donald Trump de pêk hatibû.

"Heke ew peymaneke baş û dadmend be, emê bo giheştina lihevkirinê cidî bin," Reîsî got.

Li gor peymana 2015’an, Tehranê bernameya xwe ya navokî rawestand, di berdêla sistkirina toleyên navneteweyî de.

Lê IAEA dibêje ku piştî vekîşîna Amerîka ya di 2018’an vir ve, Îranê re ku xebatên xwe yên li ser dewlemndkirina uranyumê pir zêde kiriye û ew pîvanên peymanê binpê dike.

Çavdêr dibêjin ku ti nîşan tune ye ku Tehran û Washington wê bikaribin kêşeyên navbera xwe de çareser bikin, lê tê çaverêkirin ku Îran Civata Giştî ya NY bikar bîne da ku bi vîyana xwe ya bo vejandina peymaneke domdar dubare bike û ser Amerîka zêxta dîplomatîk ava bike.