Hikûmeta Îranê tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 berfireh dike.
Yek ji karbidestên dadgehên Îranê Îbrahîm Reîsî da zanîn ku bo ew rê li ber belavbûna vîrusê bigirin, ewê 70,000 girtîyên li hepsan berdin.
Reîsî dîyar nekir ku ew kesên ji hepsê derdikevin dê careke din werin girtin yan na.
Wî da zanîn ku ‘’Serbestbûna girtîyan dê zararê nede sîstema giştî.’’
Îran, li dû Çînê yek ji welatên herî zêde bi Covid-19 re rû bi rû maye ye.
Covid-19 li Îranê heta niha 273 kes kuştine û ketiye canê 7161 kesan.