Îranê, Sînorê Xwe yê bi Îraqê Jinûve Vekir

Dîmeneke derîyê sînorî yê Mendelî yê navbera Îraq û Îranê, Dîyala (Arşîv)

Medya dewleta Îranê ragihand ku Îranê sînorê xwe yê bi Îraqê jinûve vekiriye, demeke kin piştî ku Muqteda Sadr bang li alîgirên xwe kir ku ji kolanan vekişin.

Tehranê, jiber şer û pevçûnên li Îraqê yên piştî ragihandina Sedr ya berdana sîyasetê, do Duşemê sînorên xwe girtibûn û firînên xwe yên Îraqê rawestandibûn.

Televîzyona dewletê agahîya vekirina sînor ji zarê karbidestekî Îranî ragihand ku jiber ku ewlehî û aramî li Îraqê vegerî, niha hemû derîyên sînor hatine vekirîn.

Bi mîlyonan Îranî her sal bo merasima Erbeynê diçin bajarê Kerbela yê Îraqê ku şîna Îmam Husêyîn ya bi 40 rojan bi dawî dibe.

Li ber e merasîma Erbeynê ya îsal wê di 16 û 17’ê Îlonê de were darxistin.