Îranê Danasîna Firoka Xwe ya Nû Kir

Îranê îro Sêşemê di fuareke li Tehranê de firoka cengê ya ji alîyê pisporên wê ve hatiye çêkirin nasîn da.

Di danasînê de, ku li Fuara Endustrîya Berevanî ya Neteweyî pêk hat, Serokê Îranê Hasan Ruhanî li kokpîta firokê siwar bû.

Ajansa nûçeyan ya Tasnîmê ragihand ku firok bi ‘’teknolojîyên pêşdeçûyî yên esmanî’’ ve hatiye çêkirin û dîyar kir ku radareke wê ya berfireh heye.

Tasnîmê dîyar kir ku firok ‘’sed ji sedê ji Îranê’’ ye.

Di kanala dewletê ya Îranê de, ti dîmenên ku firokê li esmên raber dikin nehat weşandin, lê hat ragihandin ku firokê test bi awayekî serkeftî derbaz kirine û ji alîyê Wezîrê Berevanî ve wêneyekî rabûna firokê hat belav kirin.

Firoka ku navê wê ‘’Kovsar’’ hat danîn roja Şemîyê ji alîyê Wezîrê Berevanî yê Îranî Amîr Hatamî ve hatibû ragihandin.

Ruhanî di bernameya danasînê de got ku ‘’Firoka Îranê ya ku ji alîyê pisporên Îranî ve hatiye çêkirin, dest bi firîna xwe dike’’

Di danasînê de, ku ji alîyê kanala dewletê ve hat weşandin, dîmenên derbarê firokê ji deqîqeyekê kintir bûn.