Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Îranê du welatîyên Ewrupî girtine.
Reuterê ew agahî ji zarê ajansa nûçeyan ya ISNA, ku ajanseke nîv-fermî ya Îranê ye, ragihand.
Îstixbarata Îranê dide zanîn ku her du welatî jiber rolên wan yên di birêvebirina serhildanan de hatine girtin.
ISNA ji zarê karbidestên îstixbarata Îranê dîyar kir ku wan welatîyên Ewrupî serhildanên li welêt birêve birine û zêdetir hûrî neda.
Hêjayî bîrxistinê ye, emîrê Qatarê dê sibê Pêncşemê here Îranê û dûre jî dê bi li Almanya û Brîtanya bi karbidestên Ewrupî re danûstandinê bike.