Rêberên YE Wê Dijî Îranê Tedbîrên Nû Binirxînin

Alên YE û Îranê

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Sêşemê ragihand ku rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) amade ne ku di hilcivîna xwe ya di 21-22ê Adarê de, dijî Îranê tole û tedbîrên nû û girîng dîyar bikin.

Reutersê got ku ev nûçe li ser bingeha pêşnivîsa encamnameya hilcivîna YE hatiye çêkirin ku ajansê bi dest xistiye.

Ev amadekarîya welatên YE hat ragihandin, di nav nûçeyên ku dibe Tehran mûşekên balîstîk ji Rûsyare bişîne da ku dijî Ukrayna bikar bîne.

Rêberên YE di pêşnivîsê de xembarîyên xwe dîyar dikin, ser ragihandinên ku dibêjin dibe Îran mûşekên balîstîk û teknolojîyên têkildar bişîne Rûsya da ku dijî Ukrayna bikar bîne,.

Li gor ragihandina şeş jêderan, Îranê jimareke mezin ya mûşekên balîstîk yên hêzdar jixwe daye Rûsya, ku hevkarîya leşkerî ya her du welatan xurttir dike, dema her du welat jî di bin toleyên Amerîka de ne.

"YE amade ye ku demûdest û bi hevsengî ya bi hevkarên navneteweyî bersîvê bide, tevî tedbîrên nû û girîng yên dijî Îranê," di pêşnivîsê tê gotin.

Di pêşnivîsê de hevdem bang li aliyên sêyan tê kirin ku piştgirîya madî ya jibo şerê Rûsya dijî Ukrayna demûdest were rawestînin.

Herwiha bal tê kişandin ku wê rêberên EWrupî bang li Berpirsê Siyaseta Derve yê YE Josep Borrell û Civata Ewrupî bikin da ku dijî Belarus, Koreya Bakur û Îranê toleyên zêdetir amade bikin.

Fransa, Almanya û Brîtanya Îlona borî dema toleyên dijî Îranê dirêj kirin ku jiber mûşekên balîstîk û berfirehkirina xebatên novokî hatibûn ragihandin û ewê li gor peymana navokî ya 2015’an de, wê di Cotmehê de bidawî dibûn.

Karbidestên wê demê, karanîna dronên Îranê ji hêla Rûsya li Ukrayna û egera ku Îran mûşekên balîstîk bişîne Rûsya wek sedemên bingehîn ya dirêjkirina toleyan eşkere kiribûn.

Jêder: Reuters