Îran bi Tawana Xwepêşandanan Dest bi Darizandina Nêzî Hezar Kesan Dike

Dîmeneke ji xwepêşandanên li Tehranê

Medya Îranê îro Duşemê ragihand ku wê darizandina nêzî 1000 kesên ku li Tehranê jiber xwepêşandanan têne tawanbarkirin, bi rengekî ji raya giştî re vekiri, were kirin.

Ajansa nûçeyan ya nîv-fermî Tasnim ji zarê serokê dadwerîya eyaleta Tehranê ragihand ku wê darizandina nêzî 1000 kesan di nava vê hefteyê de, li Dadgeha Şoreşê ya Îranê li ber raya gistî destpê bike.

Serokê dadwerîya eyaleta Tehranê ji Tasnimê re daye zanîn ku wan " di bûyerên vê dawîyê de kiryarên sabotajê pêk anîne, di nav de destdirêjî yan şehîdkirina hêzên ewlehîyê û şewitandina milkên giştî."

Hejayê gotinêye ku xwepêşandanên Îranê zêdetirî şeş hefte ber ê ,di 16’ê Îlonê de, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî destpê kirin, li seranserê welat belav bûn û veguherî pêla herî mezin ya protestoyên salên dawî ku hê jî didomin.

Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîka ye, roja Şemîyê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 282 kes kes hatine kuştin, ku ji wan 44 kes zarok in,bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Ajansê got ku herwiha 34 endamên hêzên ewlehî yên Îranê jî hatine kuştin.

Hejayê destnîşan kirinê ye ku ev ragihandina dadwerîya Îranê di demeke de hat ku desthilatdarên Îranî ji bo tepeserkirina xwepêşandanên li serenserê welêt dest bi çewisandinek kujer kirine.