Karbidestên Îranê bo Danûstandinan Diçin Çîn û Rûsyayê

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdulahîyan dê heta dawîya hefteyê serdana Çînê bike.

Reutersê dîyar kir ku Amîrabdulahîyan dê bi karbidestên Çînê re ser peymana hevkarîyê ya 25 salan biaxife.

Îran û Çînê di Adara 2021’an de bo pêşdebirina peywendîyên sîyasî û aborî peymaneke berfireh ya stratejîk îmza kiribûn.

Piştî Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişî, Çîn bo Îranê bo jêdereke sereke ya jîyanê.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Saîd Xatibzadeh dîyar kir ku Amîrabdulahîyan dê bi karbidestên Çînî peymana 25 salan jî di nav de ser jimareke babetan bipeyîve.

Ew serdana Amerîabdulahîyan li dema danûstandinên bo peymana navokî, ku li Vîyana didomin, rast tê.

Xatibzadeh dîyar kir ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî dê serdana Rûsya bike, lê ser dema serdanê ti hûrgilî neda.