Li gelek bajarên Îranê û bajarên eyaleta Kurdistanê îro Şemîyê jî xwepêşandanên dijî desthaltadarîyê didomin.
Tê ragihandin ku li Tehran, Îsfahan, Yezd, Zahîdan, Ahwaz, Tewrêz, Urmîye, Saqiz û Bokanê şeva borî û îro bi şêweyên cuda xwepêşandan berdewam dikin.
Xwepêşanderan li seranserî Îranê îro dîsa li kolanan û li zanîngehan dijî rêberên olî yên Îranê bi qirînên “Mirin ji diktator re“ hers xwe dîyar dikin.
Xwepêşander dibêjin ku wê ji kolanan venekişin û ew tepeserkirina tund ya hêzên ewlekarî yên Îranê red dikin û ewê serê xwe netewînin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) îro vîdyoyeke belav kir, ku dibêje dimenên ji xwepêşandanên bajarê Meşhed in, nîşan dide ku xwepêşander bi qîrînên
"Desthildarên olî winda bin" dimeşin û ajotvan ji bi derxistina dengan piştvanîyê didin wan.
Di vîdyoyên ku IHR belavkirine,de greva dimenên dikandaran li bajarê Saqiz yê bakurê rojavayê Kurdistanê hene û herwiha xwendekarên keç jî bi qîrînên "Jin, Jiyan, Azadî" li kolanên Senandaj, paytexta eyaleta Kurdistanê dimeşin.
Xwepêşanderan hevdem îro jiber kuştina keçeke ciwan ya Azerî bo derketina kolanên li bajarê Erdebîl bang kirin; ku dibêjin ew ji alîyê hêzên ewlekarî ve bi lêdanê hatiye kuştin.
Karbidestên Îranê kuştina keça Azerî red dikin û ajansên nûçeyan yên nêzî dewletê ne ji zarê mamê wê dibêjin ku xwendekara lîseyê ji ber nexweşîya dil jiyana xwe ji dest daye.
Hesaba Twitterê ya çalakvan (1500tasvir) di twîtên xwe de îro çend vîdyo weşand ku dibêje xwepêşandanên li Erdebîl nîşan didin.
Vîdyoyeke din ya ser medya civakî nîşan dide ku polîsên Îranê jiber kevir avêtina xwepêşanderan paşve vedikişin.
Li Zanîngeha Teknîkî ya Şerîatî ya Tehranê, xwendekarên keç dijî desthilatdarîya Komara Îslamî 40 salî îro jî xwepêşandana xwe domadin.
Li gor vîdyoyek ku ser medyaya civakî ew dibêjin, "Evqas sal sûc, mirin ji vê desthilatdarîya olî re".
Di xwepêşandanan de bi qirînên wek "Mirin ji dîktator re", "Mirin bo Komara Îslamî" xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin û têkbirina Xameneyî dixwazin.
Reutersê ragihand ku ew nikare vîdyoyan bi rengekî serbixwe piştrast bike.
Li Îranê telefon û internet ji destpêka xwepêşandanan di 16’ê Îlonê de û vir ve, gelek caran hatine asteng kirin û çavdêrê înternetê NetBlocks berîya xwepêşandanên îro "qitbûnek nû ya mezin" ragihand.
Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.
Kuştina Emînî li Îranê bû sedema xwepêşandanên berfireh û bertekên tund yên navneteweyî ku hîn jî didomin.
Rexistinên mafên mirovan dibêjin ku di xwepêşandanan de heya niha pirtir ji 201 kes hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.
Berevankarên mafê mirovan bal dikşînin ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de bi sedan kesî birîndar bûne û bi hezaran kesên din jî hatine desteser kirin.