Îran Dibêje Danûstandinên li Vîyana Wê Ser Vegerandina Amerîka Bin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî Îranî ragihand ku danûstandinên li Vîyana ya hefteya pêş dê ser vegera Amerîka ya bo peymana navokî bin.

Serokê Sazîya Enerjîya Navokî ya Îranê Mihemed Eslamî dîyar kir ku ewê bo Amerîka vegerînin ser peymana navokî ya sala 2015’an danûstandinê bikin.

Danûstandinên nerastexwe yên Washington û Tehranê di meha Hezîranê de rawestîyabûn.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên tund jinûve ragihandibûn.