Ruhanî ji kanala dewletê ya Îranê got ku ‘’Eger Amerîka ji peymana navokî derkeve ewê poşmanîyeke dîrokî çêke’’
Ruhanî da zanîn ku dijî hemî planên Trump planên Îranê hene û ewê li ber xwe bidin.
Serok Trump dê biryara ser peymana navokî di 12’ê Gulanê de bide.
Trump peymana navokî ya bi Îranê re rexne dike û dîyar dike ku ew ‘’dûrî aqilan e’’
Di sala 2015’an de, li gor peymana ji alîyê Amerîka, Çîn, Rûsya, Almanya, Fransa û Brîtanya hatibû îmza kirin, bi şertê ku Îran bernameya navokî rawestîne toleyên dijî Tehranê hatibûn rakirin.
Fransa, Brîtanya û Almanya hewil didin ku Trump, Amerîka ji peymana navokî venekişîne.