Medya Dewleta Îranê Dibêje 10 Sixurên Îsraîlî Hatine Girtin

Alên Îran û Îsraîlê

Ajansa nûçeyan ya Fars îro Duşemê ragihand ku Îranê 10 sixurên ku jibo Îsraîlê dixebitin, li eyaleta Azerbaycana Rojhilat hatine dester kirin.

Ajansa Fars herwiha got ku ev 10 kes bi ajansa îstixbarata Îsraîlê Mossadê re rasterast di peywendiya vîdyoyî de bûn.

"Wan otomobîl û xanîyên kesên girêdayî dezgehên ewlekarî dişewitandin û bo kişandina wêneyan ku ji ajanên Mosad re şandin, dirav werdigirtin, " ajansê got, lê pirtir hûrgilî neda.

Îsraîl raporên van kiryaran ne piştrast û ne jî red dike.

Îran û Îsraîl wek dijminên demdirêj tên zanîn. Îsraîl, Îranê bi piştgirîkirina êrîşên dijî xwe yên mîlîtanan tawanbar dike û Îran jî Îsrîalê bi kuştina çend karbidestên Îranî tawanbar dike.