Hejmara jinên Îranî yên ku naxwazin hicabê li xwe bikin zêde dibe, ku piraniya wan rijdin ku vê qanûnê binpê bikin, piştî çend mehan ji xwenîşandanên piştî kuştina jina ciwan, Mahsa Emînî, li ser destên polîsê exlaqî li Tehranê.
Li Tehranê afîş û tablo zêde dibin yên ku dibêjin, divê jin ji bo rûmet û rêzgirtina dayîkan hicabê li xwe bikin, zêdebarî wê jî jin derketina bê hîcab hildibijêrin.
Tevî ku tundiya xwenîşandanan kêm bûye, lê bijartina hin jinan ku porê xwe li cihên giştî nepêçin, dibe kêşeyek nû li hember rejîma Îranê.
Dijberiya jinan bo hîcabê dubendiyên di kolanên Îranê de eşkere dike, ku ev yek nîşana pabendbûna tam bi qanûnên Komara Îslamî ya ku ji sala 1979an ve ji aliyê rejîmê ve hatiye ferzkirin dide.
Rayedaran gefên qanûnî arasteyî jinan kirin, herwiha girtina hin kompaniyên ku ji jinên bê serpêç re xizmet dikirin, û polîs û "kesên dilxwaz" hişyariyên devkî li metro, balafirgeh û cihên din yên giştî didin kesên ku guh nadin fermanên dewletê.
Dewletê peyamên nivêskî ji saziyên veguhestinê re şandine ku şofêrên otombîl û busan jinên bê hîcab siwar nekin.
Ji ber vê yekê, pispor li Îranê hişyarî didin ku ger hikûmet bi tundîyê bikar bîne, dikare carek din nerazîbûn gur bibin.
Xwepêşandan di demek dijwar de ji bo Komara Îslamî derketin, ku di rewşeke nebaş ya aborî re derbaz dibe jiber nakokiyên wê li gel cîhana rojavayî ya derbarê bernama wê ya navokî.
Hin jinên ku Associated Press (AP) pê re axivîn gotin, ku ew ê ji bo azadiya zêdetir li Îranê û paşerojeke baştir ji bo keçên xwe têbikoşin.
Îraniyan bal kişand ser zêdebûna hejmara jinên ku hicaba bi zorî red dikin, dikin, ev jî dibe astengî ku desthilat bi zhemt bikare li ser wan ferz bike.
Xwendekara 23 salî Şervîn ji AP re wiha got: “Ma dixwazin hemû dikanan bigirin?"
Herwiha wê îşaret bi piştgîriya li dij hicab mecbûrî da û got "Ger ez navenda polîsan, ew ê wê derê jî bigirin?"
Ji aliyê xwe ve Vîda ya 29 salî jî amaje bi wê yekê kir ku biryara wê û 2 hevalên wê yên neveşeartina porê xwe li cihên giştî day û wiha got: “Ev peyamek ji hikûmetê re ye, dev ji me berdin".
Îran û Afganîstana cîran, ku di bin kontrola Talîbanê de ye, tenê ew du welat hîn jî hicabê ji jinan re ferz dikin.
Jêder:AP