Tevî Fişara Amerîka, Tankereke Îranê Dê Çiya Tariq Bicîbihêle

Wekîlê veguhestinê yê gemiyeke barhilgir a Îranê ya ku li Çiyayê Tariq di rûberûbûneke dîplomatîk de hatiye girtin, dibêje gemî amade ye di nava 24 ta 48 demjimêran de Çiyayê Tariq bicî bihêle, tevî hewlên dawî yên Amerîka ji bo girtina wê careke din.

Richard de la Rosa, rêvebirê kompaniya Astralship, îro Şemiyê got amadekariyên yasayî dibine û tîma nû ya Hindî û Okranî pêşbîne komandariya tenkerê bike.

Tanker 2.1 milyon ton niftê Îranê hildigre.

Gemî bo bêhtirî mehekê li Çiyayê Taiq hatibû girtin bi idîayên binpêkirina cezayên Yekîtiya Ewrupa li ser Sûriyê.

Roja Înê Amerîka fermana girtina gemiyê da li dor binpêkirina cezayên Amerîka, paqijkirina pereyan û yaseyên terorîzmê.

Hewlên pêwendiya li gel dadgeha bilind a Çiyayê Tariq nehatin bersivdan