Îran Amerîka bi Lawazkirina Welat Tawanbar Dike

Dîmenek ji xwepêşandanên li paytexta Îranê, Tehran.

Îranê îro Duşemê Amerîka bi wê yekê tawanbar kir ku Washington xwepêşandanên li seranserê Îranê bo hewldana lawazkirin wî welatî bikar tîne.

Îranê bi berdewamî hişyarî da ku wê kiryarên bi wî rengî bêbersiv nemînin.

Xwepêşandanên Îranê zêdetirî hefteyekê berê, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî ser destê polîsan, destpê kirin û li seranserê welat belav bûn. Ev xwepêşandan wekî pêla herî mezin ya protestoyên dijî hikûmetê di salên dawî de tên dîtin.

Bûyer kuştina Amînî rastî şermezarkirina navneteweyî hatiye.

Îran jî dibêje ku Amerîka piştgirîya van xwepêşandanan dike û hewl dide ku aramîyê li Komara Îslamî têk bibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyekê de ji Nur News re, ku girêdayî dezgeheke bilind a ewlekarîyê ye, got:

"Her çend heta niha biserneketiye jî, Washington her dem hewl dide ku aramî û ewlekarîya Îranê lawaz bike," wî got.

Kenanî li ser rûpela xwe ya Instagramê, rêberên Amerîka û hin welatên Ewrupî tawanbar kir ku ew bo piştvanîya ji “serhildêran” bûyereke trajîk bikar tînin û “hebûna bi milyonan kesên li kolanan û meydanên welat bo piştvanîya ji sîstemê” paşguh kirine.