Îran Dibêje Petandina Uranyumê Li Gor Yaseya Navxweyî Berdewam Dike

Serokê rêxistina navokî ya Îranê Mihemed Îslamî roja Yekşemê got ku Îran petandina uranyumê li gor çarçoweyeke ku ji aliyê parlemana wî welatî ve hatiye danîn, berdewam dike. Wî bersina raportên girêdayî kêmkirina petandina uranyumê ya bi rêjeya 60% da.

Wî got, "Petandina me ya navokî li gorî yaseya çarçoweya stratejîk dewam dike."

Destpêka vê mehê, Wall Street Journal ragihandibû ku Îranê leza berhevkirina uranyuma petandî ta radeyeke nêzîkî çêkirina çekan bi awayekî berçav sist kiriye û hinek ji embarên xwe kêm kirine, ev jî gav in ku dikarin bibin alîkar ku girjiya bi Amerîkayê re kêm bike û gotûbêjên berfirehtir li ser mijara navokî ya Îranê vejîne.

Di sala 2020an de, parlemana tundrê ya Îranê yaseyek pejirand ku hikûmetê neçar dike tedbîrên zêdekirina petandina uranyumê bistîne, bi awayekî zêdetirî sînorên ku di peymana navokî ya 2015-an de hatine destnîşankirin, eger aliyên din ne pêgir bin bi peymanê.

Piştî ku Washington di sala 2018an de ji peymanê derket û cezayên nû sepandin, Tehranê dest bi binpêkirina bendên navokî yên peymanê kir.

Îran, ku di çarçoweya peymana navokî de tenê karîbû petandina uranyumê heta 3.67% bike, di sala 2021 de dest bi petandina uranyumê heta 60% kir, ku nêzîkî asta pêşxistina bombeyeke navokî diçe.

Tehranê gelek caran hewla çêkirina bombeya navokî red kiriye.

Çavkanî: Reuters