Amerîka û Hevbendên Wê Bersiva Îranê ya li Hember Raporta NY Rexne Dikin

Amerîka roja Înê bi daxuyaniyeke hevbeş li gel Frensa, Brîtanya û Almanyayê rexne li bersiva "ne guncaw" ya Îranê li hember raporta Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) derbarê bernameya wê ya navokî, kir.

Ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê hişyarî da Tehranê piştî ku wê bêyî agahdarkirina pêşwext li sentrala bihêzkirina sûtemeniyê ya Fordo guhertin di alavên ku dikarin uranyumê heta ji sedî 60 geş bikin de, kirin.

Îranê îdia kir ku vekolerekî IAEA bi şaşîtî ev guhertin wekî ne diyarkirî nîşan daye û paşê ew hatiye çareserkirin.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Îdîayên Îranê yên ku ev kiryar bi şaşî hatiye kirin ne bes in."

"Em kiryarên Îranê li ser bingeha raporên bêalî û objektîf yên IAEA didin ber çavan, ne li gorî niyaza Îranê."

Li gorî rapora IAEA, ku deqek jê gihîştiye ajansa nûçeyan AFP, di dema vekolîneke neragihandî ya Fordo de di 21ê Çile de, vekoleran dît ku "du amûrên IR-6 bi awayekî hatine girêdan ku ji awayê operasyonê yê ku ji aliyê Îranê ve hatiye ragihandin cuda ye."

Her çar welatan got ku ev guhertin "li dijî pêgiryên Îranê ye" li gorî peymanan û guhertineka bi vî rengî şiyana Ajansê ya şopandina berdewam ya navendên navokî yên Îranê têk dide."

Daxuyaniya wan got: "Em bi bîr tînin ku berhemhênana uranyuma petandî ji hêla Iranê ve li bingeha Fordo metirsiyên girîng ên têkildarî belavbûna tîşkên navokî hildigire û bêyî bihaneyeke sivîl a pêbawer e."

Bingeha Fordo rastî çavdêriyeke berfeh dibe, ji dema ku Îranê dest bi berhemhênana uranyuma petandî ya ji sedî 60 ji Mijdara 2022an ve, û herwiha bingeha Natanzê jî.

Ev rêjeya ji sedî 3.67 ya ku di peymana sala 2015an de di navbera Tehran û hêzên mezin de hatibû diyarkirin, derbas dike û nêzî ji sedî 90ê ye ku ji bo berhemhênana bombeya navokî pêwîst e.

Çavkanî: AFP