Îran Maxabiniyê Li Dor Kêmkirina Ukraynayê Ya Peywendiyan Tîne Zîman

Payvdarê Wezareta Derve ya Îranê roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Îran ji biryara Ukraynayê ya kêmkirina peywendiyên xwe li ser şandina dironên ên Îranê ji Rûsyayê re dil girane.

Peyvdarê wezaretê Nasser Kanaanî "şîret" li Ukrayna kir ku " xwe ji bandora aliyên sêyemîn ên ku hewl didin têkiliyên di navbera her du welatan de xerab bikin, dûr bixe".

Ukrayna roja Înê got ku ewê têkiliyên dîplomatîk ên bi Îranê re kêm bike ji ber biryara Tehranê ya dabînkirina firokeyên bêfirokevan ji hêzên Rûsî re. Ev gava ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy wekî "hevkariya bi xerabiyê re" bi nav kir.

Çavkanî: Reuters