Danûstandkarê Navokî yê Îranê li Îmaratê Gotûbêjan Dike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Danûstandinerê Navokî yê Îranê Elî Bagerî Kanî

Ajansa nûçeyan WAM ya dewleta Îmaratê ragihand ku danûstandkarê navokî yê Îranê Elî Baqerî Kanî îro Çarşemê bi karbidestên payebilind yên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb re hevdîtin kiriye.

WAM'ê got ku Baqerî Kanî ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ye, bi şêwirmendê dîplomatîk yê Serokê Îmaratê Enwer Gergaş û Wezîrê Derve yê Îmaratê Xelîfe Şahîn El Marar re civîyaye.

Di hevdîtinan de giringîya xurtkirina peywendîyan hatiye destnîşan kirin 'ser bingeha cîrantiya baş û rêzgirtina bo hevdu," xebata bo aramî û dewlemendîya herêmî û pêşxistina peywendîyên aborî û bazirganî yên dualî, WAM'ê ragihand.

Ev serdana Bagerî berîya jinûve destpêkirina danûstandinên di navbera hêzên cîhanî û Îranê de, roja Duşemê li Viyenayê bo vejandina peymana navokî ya 2015'an, pêk tê.

Welatên Kendavê danûstandinên ser peymana navokî yên di navbera Îran û hêzên cîhanî de ji nêzîk ve dişopînin.

Ew dibêjin jiber ku di peymanê de bernameya navokî û hêzên li herêmê tune ne, peyman ne durist e.

Şêwirmendê dîplomatîk yê serokê Îmaratê Enwer Gergaş vê mehê dîyar kiribû ku ew bo kêmkirina girjîya bi Îranê re hin gavan davêjin.

Gergaş dabû zanîn ku ew jiber tevgerên Îranê yên li Îraq, Sûrîye, Yemen û Libnanê ketine fikaran.

Karbidestên payebilind yên Îranî û Kendavê hefteya borî ji ajansa Reutersê re gotibûn ku şandeke payebilind ya Îmaratê jî dê di demeke nêzîk de serdana Tehranê bike.