Tora serbixwe ya Iran International TV îro Şemiyê got ku ew li ser şîretên polîsê Brîtanî neçar bûye ku studyoyên xwe yên Londonê bigre, piştî "zêdebûna berbiçav ya gefên dewleta Îranê".
Rêvebirê giştî yê torê Mehmûd Enayat got, "ez nikanim bawer bikim ku ev tişt diqewime."
Wî got ku weşanên 24 demjimêran ya televizyonê ji studyoyên wê yên li Washingtonê dewam dikin.
Çavkanî: AFP