Hunermendên Cîhanê Bang li Îranê Dikin ku Taraneh Alîdostî Berde

Navdarên hunerê bi nameyekê bang li Îranê kirin ku aktrîs Taraneh Alîdostî berde, ku di 17’ê Berfanbarê de hatibû desteser kirin.

Pirtir ji 500 hunermandan name îmza kir ku di nav wan de Emma Thompson, Ken Loach, Steve McQueen hene.

Wan hunermandan dîyar kir ku Îranê, Taraneh di dema Noelê de girtiye ku bala kesî nekişîne.

Hunermandan got ku bi girtina Taraneh hêrsa wan rabûye û bala wan li ser wê ye û ew dixwazin ku ew sax û silamet vegere mala xwe.

Alîdostî, ku li Îranê yek ji aktrîsên navdar e, piştgirîya xwe ya bo xwenîşanderan ragihandibû û li ser gotinên hevkarîyê hatibû desteser kirin.

Ew niha li Girtîgeha Evîn e, ku zindanîyên sîyasî lê dimînin.

Medya dewletê ya Îranê dîyar kir ku Alîdostî jiber belavkirina nûçeyên derew hatiye desteser kirin.