Roja Yekşemê di êrşeke dronan de li rojhilatê Sûriyê li nêzîkî sînorê Îraqê pênc çekdarên alîgirê Îranê hatin kuştin ku Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) dibêje ew nikarbûn bi şêweke serbixwe çavkaniya dronê nas bikin.
Çavdêriyê got, "Pênç endamên alîgirên Îranê hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûne, birîna hinekan girane."
SOHR ragihand ku êrîş li dij"Otombîleke leşkerî li ser rêyeke nêzîk sinorê Îraq-Sûriyê ji aliyê droneke nenas ve pêkhat."
Herêma sînorî ya di navbera rojhilatê Sûriyê û Iraqê de yek ji deverên herî berçav yên ku bandora Îranê û komên ser bi wê ve li Sûriyê heye, di nav de komên çekdar yên Iraqî jî.
Kamyonên ku çek û cebilxanê vediguhêzin, embarên çekan, û cihên leşkerî yên van komên çekdar, berê jî rastî êrîşên esmanî hatibûn, di nav de yên ku ji aliyê Washington û yên din yên girêdayî Îsraîlê pêkhatbûn.
Di Hezîranê de, sê çekdarên alîgirên Îranê di êrîşeke esmanî de li rojhilatê Sûriyê li nêzîkî sînorê Îraqî hatin kuştin, li gorî ragihandina wê demê ya SOHR.
Ji destpêka şer û pevçûnan di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî li Sûriyê pêk anîne, ku çeperên hêzên rejîmê û bingeh ş çekdarên girêdayî Îranê û yên Hizbullaha Lubnanê kirine armanc.
Îsarîl Kêm caran pêkanîna êrîşên bi vî awayî digire ser xwe, lê ew pir caran ragihnadîye ku ew rê nade Îran xwe li herêmê bihêz bike û ewlekariya Îsraîlê bixe di metirsiyê de, çi ji dest bihê ewê bikin ku ewlekarîya dewleta Îsraîlê parastî be.
Ji sala 2011an ve, Sûriyê bûye şahidê şerekî bi xwîn û piralî, ku bûye sedema mirina zêdetir ji nîv milyon kesî, wêrankirina mezin a jêrxaneyan, û awarebûna zêdetir ji nîvê xelkê li hundir û derveyî welat.
Li aliyek din SOHR dibêje her îro Yekşemê helîkopterên hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser bilindahiyek nizim li ser kampa El-Rukban û 55 kîlometrana li herêma bêpevçûn li sêgoşeya sînorê Sûriye-Iraq-Urdin firiyan ji bo şopandin û lêgerîna her bizav yan tevgerekê li herêmê.
Jêder: SOHR