Pizîşkiyan Serokomarê Nû yê Îranê ye û Banga Piştgîriyê li Gel Dike

Serokomarê Nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan

Serokê nû yê Îranê, Mesûd Pizîşkiyan, roja Şemiyê daxwaz ji îraniyan kir ku jiber"rêyek dijwar" li pêş wan heye, pabendî wî bin û piştgîriyê bidin wî.

Piştî serketina wî li hember hevrikekê muhafezekar yê tund Seîd Celîlî di hilbijartinên serokomariyê de, di daxuyanîya yekemîn de bang li gel kir ku wî bi tenê "nehêlin".

Pizîşkiyan, ku di nav çar berbijaran de rêformxwazê tekane bû ku li hember danûnstandkarê berê yê dosya navokî ya Îranê Seîd Celîlî yê muhafizkarê tund di hilbijartinên tûra duyan de doh Înê serketin bidest xist.

Pizîşkê Niştergerya dil yê 69 salî soz da ku siyasetek derve ya pragmatîk bimeşîne, girjîyên girêdayî danûstandinên bi welatên rojava û hêzên mezin re ji bo vejandina peymana navokî ya 2015'an kêm bike û rewşa azadiyên civakî û pirrengiya siyasî baştir bike.

Lê gelek Îranî bi gumanin ku Pizîşkiyan bikare sozên xwe yên dema helmeta hilbijartinê bicih bîne, ji ber ku ne serokomar lê belê, rêberê bilind yê Îranê Alî Xamineyî, xwedî desthilata herî bilinde li welêt.


Pizîşkiyan di peyamekê de li ser tora civakî "X"ê got, "Gelê Îranê yê rêzdar: Hilbijartin bi dawî bûn ev tenê destpêka xebata me ya bi hev re ye, rêyek zehmet li pêşiya meye, dê ya asan nebe eger bi hevkarî, hevsozî û pêbaweriya we nebe."

Got jî "Ez destê xwe dirêjî we dikim û li ser şerefa xwe sond dixwûm ku ez we di vê rêyê de bernadim, min bi tenê nehêlin."

Rêjeya beşdariya di tûra duyem a hilbijartinan de ku roja Înê hat lidarxistin, nêzîkî 50% bû. Di tûra yekem a 28’ê Hezîranê de beşdarbûnek kêm ya nedîtî pêk hat, ji ber ku zêdetirî 60% dengderên Îranî beşdarî hilbijartinan nebûn.

Ev hilbijartin piştî mirina serok Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterê ya Gulana borî de çêbûn.

Rêberî olî yê bilind Alî Xamineyî rêjeya zêde ya beşdariyê di hilbijartinan de bilind nirxand, serkeftina Pizîşkiyan pîroz kir û şîret li wî kir ku siyaseta Reîsî berdewam bike.

Başkirina Têkiliyan bi Cîhana Rojavayî re

Serkeftina Pizîşkiyan hêviyên baştirkirina peywendiyên Îranê bi rojava re zêde kir, ku dê rewşeke baştir hebe ji bo nakokiyên welatê xwe bi hêzên cîhanî re li ser çalakiyên navokî çareser bike û danûstandin car din destpê bikin.

Hilbijartina Serokomariya Îranê hevdem bû ligel zêdebûna nakokiyan li herêmê, bi taybet şerê Gaza û êrîşên domdar yên di navber artêşa Îsraîlê bi Hamasê û Hizbullaha Lubnanî re, ku hevalbendên Îranê ne, û herwiha zêdebûna fişara rojava li ser Îranê li ser bernama wê ya navokî ku Îran bi lez wê bernamê pêş dixe.

Jêder: Reuters