ISNA: Îran Dê Şandekê Ji Bo Vekirina Balyozxaneya Xwe Bişîne Erebistana Siûdî

Alên Îran û Erebistana Siûdî

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ISNA îro Yekşemê ragihand ku şandeke teknîkî ya Îranê dê vê heftiyê serdana Erebistana Siûdî bike ji bo amadekariyên nûvekirina balyozxaneya Îranê li Riyadê.

Ev daxuyanî tê çend rojan piştî ku wezîrên derve yên Îran û Erebistana Siûdî roja Pêncşemê li Pekînê ji bo yekemîn kombûna fermî ya dîplomatên wan ên payebilind piştî zêdetirî heft salan kom bûn, piştî ku Çîn navbeynkariya peymanekê ji bo vegerandina peywendiyên di navbera herdu hêzên mezin ên herêmê de kir.

ISNAyê ragihand ku "Şanda teknîkî ya Îranê dê serdana balyozxaneya Tehranê li Riyadê bike û amadekariyên vekirina nû ya balyozxaneya Îranê li Erebistana Siûdî bike."

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî roja Şemiyê gotibû ku karbidestan serdana Îranê kirine ji bo gotûbêjkirina pîvanên nûvekirina nûneratiyên dîplomatîk ên Riyadê li Komara Îslamî ya Îranê.

ISNAyê herwiha got: “Şanda Erebistana Siûdî îro danê sibê serdana balyozxaneya xwe li Tehranê kir.

Çavkanî: Reuters