Wezareta Derve ya Îranê Dibêje Erebistana Saudî Herêmê Rastî Kêşeyan Dike

Peydarê wezareta derve ya Îranê dibêje Erebistana Saudî dixwaze li Libnanê nakokiyan derxe holê piştî Yemen û Kendavê.

Ajansa nûçeyan a dewletê IRNA ji ser zimanê Bahram Qasimî ragihand ku Saudî hewil dide seqamgîriya herêmê jinav bibe.

Erebistana Saudî Tehranê tawanbar dike bi piştgiriya gurûpên çekdar li seraserî Rojhilata Navîn û van demên dawî soz da ku şerê wan bike û di serî de jî gurûpa Hizbullah a Libnanî.

Axaftinên Qasimî îro Şemiyê tên di demekê de ku Libnan rastî kirîzeka siyasî dibe.

Wî got:

“Riyad di paş kirîza Libnanê de ye.”

Îran û Erebistana Saudî şerekî bi wekalet dikin li herêmê, ji Sûriyê de bigir ta Yemenê. Îran Pişgiriya Şîaa dike û Erebistana Saudî jî piştgira Sunnîyan e.