Îran Şermezarkirina Ewropî Ya Avêtina Satelayta Sûreya Red Dike

Îranê roja Şemiyê şermezarkirina sê welatên Ewropî ya avêtina satelayta wê ya Sûreya red kir û got ku pêşketina teknolojiyê ya aştiyane di warê esmên de, mafê wê yê rewa ye.

Frensa, Almanya û Brîtanya roja Înê avêtina Îranê ya satelayta Sûreya ya hefteya borî bi rêya Erebeya Esmanî ya Qaêm-100 (SLV) şermezar kir.

Welatan di daxuyaniyeke hevbeş de got ku SLV teknolojiyên bingehîn ji bo pêşxistina sîstema mûşekên balîstîk ên dûravêj bi kar tîne, ku dikare rê bide Tehranê ku çekên mewdadirêjtir biavêje.

Berdevkê Wezareta Derve Nasir Kenanî li ser X got: “Daxuyaniyên bi vî rengî yên destwerdanê, dê rê li ber îradeya Îranê ya ji bo pêşvebirina zanist û teknolojiyê negirin.”

Wî got Îran, "bikaranîna teknolojiyên aştiyane" wek mafê xwe yê rewa dihesibîne.

Hefteya borî, satelayta Sûreya, ku ji aliyê desteya lêkolînê ya Ajansa Esmanî ya Îranê ya sivîl ve tê çêkirin, bo dûrahiya750 km (470 mîl) li orbitê hate danîn, mewdaya herî zêde ku Îranê bi serkeftî digihêjê, li gorî medyaya Îranê.

Tehran îdîayên Amerîka red dike ku Îran bi nehênî çalakiyên bi vî rengî ji bo pêşxistina mûşekên balîstîk dike, û dibêje ku wê qet hewla pêşvebirina çekên navokî nedaye.

Îran, ku yek ji mezintirîn bernameyên mûşekî li Rojhilata Navîn heye, di salên dawî de ji ber pirsgirêkên teknîkî, çendîn caran di avêtina satelaytan de rastî zehmetiyan hat.

Çavkanî: Reuters