Gera Duyê ya Hilbijartinên Seroktîya Îranê Didome

Dengderên Îranî îro Înê jibo gera duyê ya hilbijartina serokkomarê welêt diçin ser sindoqan, piştî dora yekê ya di 28’ê Hezîranê de bi beşdarbûna kêm ya dîrokî.

Dengdana ku serê sibehê saet 8 destpê kiriye, wê saet 6’ê evarê bi dawî bibe. Lê gelek caran ev dem heta nîvê şevê tê dirêj kirin.

Peşbirka îro di navbera du berbijaran de pêk tê: danûstankarê berê yê navokî yê tundrê Seîd Celîlî û qanûndanerê reformxwaz Mesûd Pezeşkîyan.

Herdu berbijar jî hewl didin ku bîragiştî ya gumanbar qayil bikin ku ew herin ser sindoqan, piştî salên dijwar yên aborî û xwepêşandanên girseyî yên ku Komara Îslamî hejandin.

Li Îranê zedetirî 61 mîlyon dengder hene. Lê di dengdana 28’ê Hezîranê de, zêdetirî ji sedî 60% ji dengderan neçûn ser sindoqan, ku serokkomarê nû hilbejêrin. Serokê nû dê şûna Îbrahîm Reîsî bigire ku Gulana borî di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabû.

Beşdarbûna kêm ji alîyê rexnegiran ve wek berteka bêbawerîyê ya hember Komara Îslamî tê dîtin.

Nayê çaverê kirin ku hilbijartin guhertineke girîng di siyasetên Komara Îslamî de çê bike, lê pêkan e ku bandorê li desthilatdarîya Xameneyî bike, rêberê oldî yê 85 salî ku ji 1989’an ve li ser kar e.

Ayatollah Alî Xameneyî

Hilbijartin wê jibo dîyarkirina cîgirê Ayetullah Elî Xameneyî bi bandor be. Rêberê Bilind yê Olî li ser hemû mijarên serekî yên dewletê biryarderê herî dawî ye.

"Min bihîstiye ku xîret û eleqeya xelkê ji gera yekê zêdetir e. Xwedê wisa bike ku ev yek bibe mizîngîya xêrê," Xameneyî piştî dayîna dengê xwe ji televîzyona dewletê re got.

Hilbijartin di demeke nazik de pêk tê, ku alozîya herêmî jiber şerê Îsraîl û hevbendên Îranê Hamasê li Gazayê û Hizbullah li Lubnanê zêde dibe. Herwiha di demên dawî de givaştina welatên Rojavayî ser Îranê zêde bûye, jiber bernameya wê ya navokî.

"Dengdan hêzê dide... tevî ku rexne hebin jî, divê xelk dengê xwe bidin jiber ku her dengek mîna avêtina mûşekê (li dijî dijminan) ye," Fermandarê Hêza Esmanî ya Pasdarên Şoreşa Îranê Emiralî Hacîzade got.

Li Îranê serokomar jibo 4 salan kar dike û herî zêde du caran li pey hev dikare were hilbijartin.

Li bende ye ku encamên hilbijartinê roja Şemîyê werin ragihandin û serokkomarê nû yê Îranê dîyar bibe.

Jêder: Reuters, AP