Alîgirên Hikûmeta Îranê Xwepêşandanan Dikin

Tilfizyona Dewleta Îranê îro Şemiyê hin rêveçûnên piştgirên hikûmetê nîşan dan li gelek bajarên Îranê ku ji bajarê Amol ê parêzgeha Mazandaram destpêkir, li gel hildana alên Îranê ji aliyê sedan kes ve û durişmên dijî Amerîka û Îsraîlê.

Ev xwepêşandan tên rojekê piştî ku wezîrê derve yê Îranê banga Amerîka bo kombûneka awarte ya Cıvata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî, ji bo guftûgokirina xwepêşandasnên dijî hikûmeta Îranê, wek gaveke şaş anî ziman.

Tilfizyonê rêveçûna piştgirên hikûmetê wek “bersiva têkbirên ewlekariyê û piştgirên wan” binav kir.

Hin xwepêşandanên din ên alîgirên hikûmetê hatin lidarxistin li Şahîn Dej ê parêzgeha Rojavayê Azerbîjanê li ser sînorê Tirkiyê; li bajarê Semnan ê bakurê parêzgeha Semnan; û her wiha li Şadegan li başûrê parêzgeha Xozistan, nêzîkî sînorê Îraqê.

Armanca van rêveçûnan ewe diyarkirina hêzê li beramber xwepêşandanên dijî hikûmetê ku di roja 28ê meha borî de li bajarê Meşhed destpê kirin û li gelek bajaran belav bûn.