Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku serokê Îranê Îbrahîm Raîsî dê roja Çarşemê biçe Şamê, di serdaneke "gelek girîng" ya du rojî de li ser bingeha zêdekirina danûstandinên herêmî bi rejîma Sûrî re.
Ajansa fermî ya nûçeyan ya IRNAyê roja Yekşemê ji ser zarê balyozê Îranê li Sûriyê Husên Ekberî ragihand: "serdana Dr Raîsî bo Şamê roja Çarşema bê, bi sedema guhertin û pêşhatên ku li navçeyê diqewimin, serdaneke gelekî girîng e."
Li gorî raporta IRNAyê, Raîsî li ser vexwandina fermî ya serokê Sûriyê Beşar Esed dê di sefera xwe ya du rojî de serkirdayetiya şandeke bilind a aborî-siyasî bike.
Tehran, hevalbenda sereke ya Esed, di dema şerê 12salî yê Sûriyê de piştgirî da hikûmeta wî, lê ji destpêka şer di sala 2011an de, ti serokekî Îranê serdana Sûriyê nekiriye.
Serdan tê hefteyekê piştî rêkeftina nêzîkbûnê ya dîrokî di navbera hevrikên herêmî Îran û Erebistana Siûdî de, ku vê yek jî îradeya Ereban a mezintir ji bo vegerandina peywendiyan bi hikûmeta Sûriyê re, tekez kir.
Ekberî wiha got: "Ev sefer ne tenê ji bo Tehran û Şamê wê bi sûd be, belkî bûyerek pir baş e ku welatên din ên herêmê jî dikarin jê sûd werbigirin."
Ji aliyê Serokatiya Sûriyê ve ti daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Herî dawî serokê Îranê ku serdana paytexta Sûriyê kir, Mehmûd Ehmedînejad bû, di Îlona 2010 de.
Esed di meha Gulanê de serdana Tehranê kiribû, di gera xwe ya duyemîn a ragihandinê de bo Komara Îslamî ji destpêka şer ve.
Çavkanî: AFP