Gêncek Di Xwepêşandanên Îranê De Tê Kuştin

Wêne ji arşîfa xwepêşandaneke berê ye

Ajansa nûçeyan ya Îranê IRNA ragihand ku gêncek di şeva duyem a xwepêşandên dijî kêmbûna avê de li başûrê rojavayê Îranê hatiye kuştin, li gor berpirsekî xwecihî ku îro Şemiyê got.

Îran rastî hişkesalîya herî xerab di 50 salî de bûye û xwepêşandan li hejmarek bajar û bajarokên parêzgeha Xozistanê dibine li dijî kirîza avê ya ku bandor daye ser jiyana bi hezaran xelkê û çandinîyê û bûye sedema qutbûna elektirîkê.

Serokê parêzgehê li bajarokê Şadîcan Omîd Sebrîpûr ji ajansa IRNA re got:

“Di dema xwepêşandanê de, têkderan teqe li esmên kirin da ku xwe xelkê gur bikin û mixabin gulleyek ji kesekî ket û ew kuşt.”

Vîdyoyên li ser medya civakî nîşan dan çawa xwepêşander tekeran dişewitînin ji bo girtina riyan û hêzên ewlekarîyê hewl didin wan ji hev belav bikin.”

Ajansa Reutersê ku ev nûçe belav kir nikaribû bi awayekî serbixwe rastiya van vîdyoyan piştrast bike.

Jêder: Reuters