Îran Polîsê Exlaqî Radike Û Hildiweşîne

Arşîv: Tehran dîmenê protestoyan piştî mirina Mahsa Aminî

Medya Îranê îro Yekşemê ragihand ku polîsê exlaqî yê ku bo sedema mirina keça kurd Mahsa Amini (Jîna Emînî) ji holê rakir û hilweşand, piştî derketina xwepêşandanên sernaserî li wî welatî.

Xwepêşandanên li Îranê nêzî 3 mehane dom dikin, ji ber girtina Mahsa Emînî bi tawana binpêkirina qanûna tund ya cil û bergên jinan ku li seranserî welêt hatinbûn destpêkirin.

Xwepêşandanên bi pêşengiya jinan, ku ji aliyê desthilatdaran ve wekî "serhildan" hat binavkirin, ji ber ku Mahsa Emînî welatiya 22 salî ya bi eslê xwe Kurd di 16'ê Îlonê de 3 roj piştî girtina wê ji aliyê polîsên exlaqî li Tehranê ve jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Xwendekaran ISNA'yê, Serdozgerê Giştî Muhammed Cefer Montazerî got, "Tu têkiliya polîsên exlaqî bi dadweriyê re nîne" û hatiye hilweşandin.
Montazerî êvariya roja Şemiyê li bajarê Qumê ev yek ragihand.

Polîsê exlaqê, ku bi farisî (Gaşt-Îrşad-) tê gotin, ango dewriyeyên Îrşadê, ku di sala 2007 de li ser demê desthilata serokê Îranê yê tundrê Ehmedî Nijad ve hatbû damezrandin û aniha dezgeha sereke ye ku bi cîbicîkirina mercên îslamî yên Îranê yên tundrê di nav gel de tê tawanbar kirin.

Mebesta polîsên exlaqî yên Îranê, pabendbûna jinane bi hicabê, şert û mercên bi zorî ye ku li der jinan tê ferz kirin ku por û laşê xwe bipêçin û bikaranîna madeyên bedewî û kozmetîk qedexe bikin.

Hicab sala 1983ê, çenda salan piştî Înqilaba Îslamî li Îranê hat ferz kirin , weke yasa û merceke ji hemû jinan re, çi netewe û çi baweriyên olî be, hat ferz kirin ku divê serê her jinekê û porê wê bi qumaşekî dapoşî û veşartî be.

Li gorî qanûnên Îranê, polîsên exlaqî mafê wan heye ku tawanan derxîne, cezayên pereyan bidin, yan jî heta wan kesên ku ew bawer dikin ku "qanûnan" binpê dikin, bigirin.

Binpêkirinên ji aliyê "polîsên exlaqî" yên Îranê ve, dîsa civaka Îranê hejand piştî mirina Jîna Emînî ya (22 salî.

Îranê Şemiyê gotbû ku ew qanûneke bi dehan salan kevn û tê cibicîkirin dê di ber çavan re derbas bikin ku li ser jinan tê ferz kirin da ku serê xwe veşêrin.

Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cefer Montazerî li bajarê Qum gotîye, "Hem parlamento û hem jî dadwerî kar dikin (li ser vê pirsê)" li ser wê yekê ku qanûn pêdivî bi guhertinan heye, lê li gorî ajansa nûçeyan ya ISNA'yê, wî diyar nekiriye ka çi dikare di qanûnê de ji hêla herdu saziyên dewletê, parlemento û dadweriyê ve were kirin ku herdu organ jî di dest baskê muhafizkaran de ne.

Polîsê Exlaqî û Xwepêşandanên Sernaserî

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, roja Sêşemê gotbû herî kêm 448 kes "di xwepêşandanên li seranserî welêt de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin".

Herwiha berpirsê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk hefteya borî gotibû ku 14,000 kes ku di nav wan de zarok jî hene, di protestoyan de hatine girtin.

Helmeta girtinê li Îranê, werzişvan, kesên navdar û rojnamevan jî vedigire.

Di nav kesên herî dawî de hatin girtin stêrka sînemayê Mîtra Hejar bû, ku roja Şemiyê li mala xwe hatibû binçavkirin, li gorî rojnameya reformxwaz ya Şergh.